Leşkerên Tirk ên li navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonê kirin, li taxekê 6 gorên din xera kirin.

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî gorên gerîlayan mehên dawî zêde bûn. Bi rêk û pêk êrişê dibe ser goristanan, xera dike û gefê li malbatan dixwe.

Piştî Wan, Amed, Colemêrg, Mûş û Şirnexê li devereke din jî êriş li goristanê kirin.

Piştî êrişa li goristana Sîsê ya Licê, vê carê jî êriş birin ser hin gorên li taxa Licokê.

Gorên Îzzet Tûgal ê salên 1995-96’an ji aliyê endamên JÎTEM’ê ve hate qetilkirin, Bahattîn Tûrfan ku 10’ê Tîrmeha 1991’ê di merasîma cenazeyê Vedat Aydin de hate qetilkirin, gerîlayên PKK’ê Aydin Bedran û Înayet Tanriverdî yên di salên 1990’î de li Licê û Mûşê di şer de şehîd bûn û Hiyalî Zengîn û kurê wî Mûstafa Zengîn ên sala 1993’an ji aliyê cerdevanan ve hatin qetilkirin, hatin xerakirin.

Hate ragihandin kiryarên vê êrişê jî leşkerên Tirk in ên li herêmê dest bi operasyonê kirin.

Şahidan diyar kirin ku leşkerên 4’ê Hezîranê tevlî operasyonê bûn gor xera kirin. Hate ragihandin ku leşkerên Tirk pihîn li kêlên goristanan xistine û li ser hin kêlan şopa pêlavên leşkeran heye.