Leşkerên Tirk qada daristanî ya herêma Çiyayê Cûdî şewitand. Li Çiyayê Cûdî ya Navçeya Silopî ya Şirnexê doh şev agir bi qada daristanî ket. Walîtiya Tirk a li Şirnexê doh Çiyayê Cûdî bi hinceta ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ li sîvîlan qedexe kiribû. Hat diyar kirin ku di encama bombardûmana leşkerên Tirk de agir bi herêmê ketiye. Bi tu awayî mudaxileyî şewatê nayê kirin û ji navenda bajêr jî dûkêla şewatê xuya dike.