Kongreya Star got, ”Ev pêvajoya dawî, ferfitîne dawî ya Erdogan e. Beriya ku biçe serî li talan û rêyên qirkirinê dide.” Di daxuyaniyê de hate gotin gel heta dawî wê li ber xwe bidin.

Koordînasyona Kongreya Star têkildarî komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Kongreya Star destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê heta dawiyê li hember “bêexlaqiya herî mezin” li ber xwe bide.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:  

“Ji 9’ê Cotmehê ve êrîş û planên dagirkeriya dewleta Tirk û pêşengê çeteyên DAIŞ’ê Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê  daye destpêkirin, hîn jî berdewam dike û ji bo sîstema neteweya demokratîk ji holê rake bi dijwarî hemû xwînxwariya xwe didomîne. Ji bo wê jî bi çavsorî li ser gelê herêma Cizîrê, bombeyên xwe reşandin û komkujî pêk anî.

Gelên herêma Cizîrê ji bo bi hemû pêkhateyên xwe yên Ereb, Tirkmen, Suryan, Aşûr û baweriyên cuda ve xwest li hemberî şer û pevçûna îmha û tunekirinê, xwe bikin mertalên zindî û pêşiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ên ku di navbera dewletên kapîtalîst de pêk tê, bigirin.

 Lê bele, Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û desthilata xwe winda neke û daîmî bike komkujiya gelên sivîl li Rojava pêk anî. Bi vê yekê ve Erdogan da xuyakirin ku hem dijminantiya gelê Kurd hem jî dijminantiya pêkhateyên heremê dike. Erdogan ji bo paşatiya Osmaniyan dikare bavê xwe jî bikuje û her kirêtiyê jî pêk bîne. Lê belê, di heman demê de ev rewş û pêvajoya dawiyê, ferfitîna dawiyê yên Erdogan jî îfade dike. Berîya ku biçe hemû rêbazên talankirin û tunekirinê pêk tîne.

Ev gel, wê heya dawiyê ji bo ax û rûmeta xwe her tim di nava berxwedan û têkoşînê de bin. Ji ber azadiya gelên bindest esas digirin û tu carî dev ji daxwaz û dilsoziya azadiya  xwe bernadin. Lê belê dijminên xwînxwar û hovane hemû gelên sivîl ên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan ber bombe û roketan. Ev bêexlaqiya herî mezin a mirovahî û dîrokê îfade dike. Careke din zîhniyeta netewedewlet û desthilatê rûyê xwe yê reş û tarî nîşanî hemû cihan û raya giştî da.

Em Kongreya Star vê komkujiya hovane û dijmirovî ya ku li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye; bi tundî şermezar dikin û bi tu awayî napejirînin. Ev komkujî polîtîkayên îmha û înkarkirina gelê Kurd û tunekirina pêşengiya şoreşa jinên Rojava îfade dike. Li hemberî sîstema civaka dayîksalar, desthilata zîhniyeta zilamên serdest gelekî ditirsr. Ji bo wê jî her cure şêwaz û rêbazên tunekirin û qetilkirinê pêk tînin. Em ê tu caran dev ji berxwedan û têkoşîna azadiya xwe bernedin û em ê bi hezaran jin û gelên bindest bigihînin zîhniyeta azadî û wekheviya jiyanê.

Her wiha, em ê tola şehîdên têkoşîna azadiyê hilînin û bibin şopdarê rêya wan da ku daxwazên wan ên azadiyê pêk bînin û mezintir bikin. Ronahî û agirê şoreşa azadiyê wê her tim zindî be û tu caran venemire. Em li ser navê Kongreya Star vê komkujî û qetlîama gelên sivîl şermezar dikin. Di şexsê kesên şehît ketine de hemû şehîdên demokrasî û azadiyê bi bîr tînin, ji hemû gelên Kurd û malbatên van re sersaxiyê dixwazin. Di heman demê de kesên birîndar re jî şîfayên acîl dixwazin.”