Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji girtîgehê derket.

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ku 79 roj in ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, li ber tilîlî û dirûşman ji girtîgehê derket.

Gel dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Bijî berxwedana Leyla Guven” diqîre.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir, biryara berdanê ya dadgehê erênî ye, wê Guven bibin malê û greva xwe ya birçîbûnê bidomîne