Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind Hejmara 1 a Xarpêtê tê girtin, li ser tecrîd, komplo, binpêkirinên li zindanan û gelek mijarên di rojevê de bersiv da pirsên ajansa nûçeyan Mezopotamya.

Leyla Guven a ev nîzî 3 salan girtî ye, got komploya navneteweyî ya li dijî birêz Abdullah Ocalan bi tecrîdê dewam dike û got: “Ev komplo li dijî daxwaza Tirkiyeyê ya bûyîna welatekî xurt, serbixwe û xweser derbeyek e.”

Leyla Guven anî ziman ku hêzên komploger ên navneteweyî tu caran nexwestin gelê kurd li Rojhilata Navîn bibe xwedî statû û wan di şexsê Abdullah Ocalan de gelê kurd kir hedef.

Ji bo perspektîfa birêz Abdullah Ocalan dernekeve derve tecrîd xistine meriyetê.

Leyla Guven bilêv kir ku rayedarên Tirkiyê ku li Girava Îmraliyê gardiyantiya hêzên rojavayî dikin, mafên birêz Abdullah Ocalan ji holê radikin, sepana tecrîdê bi rêya CPT’yê rewa dikin.

Û got:
Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê îro jî didome. Derdorên komploger ji komployê encamek bi dest nexistin û niha jî serî li rêbaza tecrîda giran dane.

Lê aliyê ku ev derdor fam nakin ew e; paradîgma birêz Abdullah Ocalan a bûye malê civakê û di gelek qadên jiyanê de ketiye meriyetê êdî nikare were astengkirin

Ne tecrîd ne komplo heta niha negihan armanca xwe, dê ji vir û şûnde jî feraset û planên hêzên komploger li ber îradeya gel a ji pola negihê armanca xwe û têk biçe.