Cemîl Bayik gotarek ji ANF’ê re nivîsî û desnîşan kir ku rejîma faşîst a AKP’ê piştî 22 salan cara yekem e ku di vê astê de rastî têkçûneke mezin hatiye.

Her çend rola hemû hêzên dijfaşîzm û demokrasîxwaz ên Tirkiyê di vê yekê de hebû, lê belê di vê têkçûna AKP’ê de berxwedana gelê Kurd roleke sereke lîst.

Cemîl Bayik îşaret bi berxwedana Rêber Abdulah Ocalan kir û got;

“Berxwedana Îmraliyê, pêşveçûna kampanya navneteweyî ya li dijî tecrîda li ser rêber Apo û şerê gerîla yê li dijî artêşa Tirkiyê û xwedîderketina gel li Newrozê sedema bingehîn ya vê serkeftina di hilbijartinên xwecihî de ye.

Dewleta Tirk a qirker dixwaze bi îmzekirina gelek peymanan li gel Iraqê, vê dewletê bike hevkarê xwe yê şerê li dijî PKK’ê.

Pêwîst e Iraq bi vê planê nexape û nekeve nav lîstikeke wiha şaş.

Bayik radigihîne ku “PKK’ê tu carî zerar nedaye berjewendiyên Iraqê.

Her tim siyaseta dostanî û berjewendiyên hevbeş meşandiye, lê wisa xuya ye ku hin hevdîtinên dewleta Tirk a qirker yên li gel Iraqê rasterast têkiliya wan bi PKK’ê re heye.

Bi taybetî eger ew biryara ku propagandaya wê tê kirin ku Encumena Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê li ser PKK’ê daye rast be, wê demê ev biryar çi qas zerarê bide PKK’ê, dê ew qas jî zerarê bide berjewendiyên Iraqê.