Li Amedê 7 kes bi sedema parvekirina li medya dîjîtal hatin destgîrkirin.

Li Amedê bi hinceta parvekirina li medya dîjîtal, polîsan avêtin ser malan.

Di serdegirtinan de Ahmet Alpaslan, Behçet Ekîncî, Haci Baş, Mazlûm Bûrûr, Şivan Erdal, Ahmet Celîl Onen û Bûrhan Gîzlenmîş hatin destgîrkirin.

Bûrhan Gîzlenmîş ji ber nexweşiya xwe ya kanserê piştî îfadeya li emniyetê hate berdan, lê 6 kes hîn girtî ne.