Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin.

Dûniştina dozê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Rewşa girtinê ya kesên girtî hate nirxandin. Dihat payîn di vê dinişînê de biryar biryar were aşkerekirin lê doh şandeya dadgehê biryar dabû ku dê dîrokeke din de biryar were dayîn.

Şandeyê têkildarî danişînê jî nivîsa talîmatê ji girtîgehên ku siyasetmedar lê tên ragirtin şandibû.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê û parêzerên endamên Komîsyona Hiqûqê yên DEM Partiyê, Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir, Cîgira Serokê Giştî Gul Çîftçî, parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikûlû û parlamentera Enqereyê Aliye Tîmîsî Ersever, parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik jî di nav de gelek kes weke beşdar li salona danişînê amade bûn.

Li aliyê din gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî û welatiyan jî danişîn şopandin.

Danişîna ku Demîrtaş û hin siyasetmedarên din bi SEGBÎS’ê tev li bûn qismekî siyasetmedaran jî amade nebûn.

Danişîn bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin û hincetan dest pê kir.

Siyasetmedarên girtî parastina xwe kirin.

Selahattîn Demîrtaş ê herî dawî axivî jî wiha got: “Daxwazeke min a axaftinê nîne. Ez azadiya hemû hevalan dixwazim.”

13 siyasetmedar “Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Zeynap Karaman, Zeynep Olbecî, Ayla Akat Ata, Aynûr Aşan, Ayşe Yagci, Pervîn Odûncû, Meryem Adibellî, Alî Urkut, Nazmî Gur, Bulent Parmaksiz.” tevli danişînê nebûn.

Heta saet 15.30’an navber dan danişînê.