Ji 35 baroyan hezar û 330 parêzer ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, li Edliyeya Amedê serî li Wezareta Dadê dan û xwestin tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), gelek parêzerên endamên baroyê û saziyên maf û hiqûqê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.

Parlamenterên DEM Partî jî beşdarî daxuyaniyê bûn û piştgirî dan çalakiyê.

Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter daxuyanî xwend.

Ekîn Yeter, bal kişand ser tecrîdkirina li Îmralî got: “Dîlgirtîyên di Girtîgeha Îmralî de Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yıldırım û Birêz Veysî Aktaş, hevdîtinên wan ên bi parêzerên wan re bi awayekî derqanûnî tê astengkirin.”

Ekîn Yeter, da zanîn ku beriya niha jî wan gelek caran serî li saziyên pêwendîdar dane, lê belê serlêdanên wan nehatine qebûlkirin.

Ekîn Yeter ev serlêdanên xwe jî hemû bi roj û cih anî ziman.

Ekîn Yeter weha got:

Em careke din dibêjin, dewleta Tirkî ji peymanên erê kirine berpirsiyar e.

Em weke 35 baro û 1330 parêzer daxwaza xwe dubare dikin, bila ev bêhiqûqiya ku dewam dike êdî bi dawî bibe.”

Pişti daxuyaniyê, parêzer ji bo serî li Wezareta Dadê bidin çûn li Edliyeya Amedê daxwazname dan.