Zelal Bilgin a di çalakiyê de got: Em rihê xwe bi hêviya azadiyê têr dikin

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî ya bi dem û bi dorveger, bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” di roja 58’an de didome.

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn yek ji girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di greva birçîbûnê de ye.

Di zanîn ku li girtîgeha ku lê tê ye û li girtîgehên bi tîpên Y û S bi temamî tecrîd heye û girtîgeh veguherîne “kampên esîran”.

Zelal got: Tevî her tiştî jî moral û motîvasyona girtiyan bilind e û greva birçîbûnê bi coş derbas dibe. Em ruhê xwe bi azweriya azadiyê têr dikin û têdikoşin.”

Zelal diyar kir ku piştî wan dest bi grevê kiriye, her roj midûrê girtîgehê, gardiyan û derûnas jî di nav de gelek kes tên qawîşên wan û pesta derûnî li ser girtiyan dimeşînin, ku ev rewş sepaneke “taybet” e.

Diyar kir daxwazên wan her kesî eleqedar dikin û her kes dikare tiştekî bike û destnîşan kir ku ji bo çalakiya wan xera bikin, li hin girtîgehan vîtamînan û pêdiviyên wekî şekir û xwê nayên dayîn, got:

Li dijî neheqiyan em bi her rê û rêbazî li ber xwe didin. Grevên birçîbûnê jî yek ji wan e. Ev rihê berxwedana girtiyên zindana Amedê û hêvî û baweriya giyanên fedaî yên grevên birçîbûnê yên sala 2018’an e.

Zelal got: Gelê kurd Rêber Abdullah Ocalan wekî vîna xwe dibîne û ji aliyê gelên cîhanê ve jî hatiye qebûlkirin. bi pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan re jî hêviya gelan a ji bo azadiyê xurt bûye.

Dayika girtî Botan, Aslihan Timur ev 50 roj in li Wanê di Nobeta Edaletê de ye destnîşan kir ku ew dixwazin ji rêber Abdullah Ocalan agahiyekê wergirin.

Aslihan Tîmur ku kurê wê Botan Tîmûr ê li Girtîgheha Tîpa F a Wanê tê ragirtin û 9 sal in girtî ye.