Li Amedê di operasyona qirkirina siyasî de Hevserokê TÛAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel jî di nav de 6 kes hatin destgîrkirin.

Polîsan serê sibê bi ser avahiya Komeleya Malbatên Girtiyan TUAY-DER’ê û rêveberên komeleyê de girt. Polîsan di serdegirtina malan û komeleyê de derî bi zorê vekirin û 6 endam û rêveberên komeleyê destgîr kirin.

Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê Komeleya TUAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel, endamê DUAY-DER’ê Muşeher Ulker, rêveberê berê yê TUHAD-DER’ê Menaf Kur, Endamê Meclîsa Şaredariya Rezan a Amedê Abdulvahît Dogrû, Rêvebera DUAY-DER’ê Şafî Hayme, Rêvebera TUHAD-DER’ê ya berê Leyla Ayaz destgîr kirin.

Malbatan diyar kirin ku polîsan alav û amûrên wan belav kirine û tundî li ser endamên malê kirin. Hate diyarkirin ku polîsan bi ser gelek malên din de jî girtine.