Komek ji Kurdistaniyan li paytexta Norwêc Osloyê li hev kom bûn û peymana navbera Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê şermezar kirin.

Bi banga Civaka Kurd a Demokratîk a Osloyê û Komîteya Tevgera Azadî ya Norwêcê, gelek Kurdistanî li hev kom bûn.

Lîda Weerts bi navê komîteya amadekar li çalakiyê axivî û bi bîr xist ku gelek ferman li civaka Êzidî rabû, lê Êzidiyan ti carî serî netewandin. Lîda Weerts êrişên dema dawî yên li dijî civaka Êzidî tên kirin şermezar kir.

Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Faşîst dewleta Tirk’ hatin qîrîn.