Îro di danê sibehê de polîsên AKP-MHP’ê li Antalya û Eskîşehîrê bi ser gelek malan de girtin û herî kêm 11 kes hatin binçavkirin.

Polîsan di danê sibehê de li Antalyayê bi awayekî hemwext girtin ser gelek malan, welatiyên bi navê Mehmet Çobaner, Mehmet Denîz û Firat Eren hatin binçavkirin.

Sedema binçavkirinê nehat zanîn û hat diyarkirin ku binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar tên ragirtin û dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.

Li Eskîşehîrê jî danê sibehê bi ser gelek malan de hate girtin, welatiyên bi navên Îbrahîm Bînîcî, Yûsûf Çelîk, Emre Demîrtaş, Îbrahîm Altun û 4 kesên navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin, ew birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Bajar tên ragirtin.