Malbatên Şehîdan yê kantona Firatê têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, daxuyaniyek dan.

Li ser navê malbatan Derya Mihemed daxuyanî xwend û got; Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, êşkenceyek mezin e û suc e. Astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatê re binpêkirina qanunên hundir û paymana mafên mirovan e. Rêber Ocalan îradeya gelê Kurd e. Divê gelên cîhanê ji bo rizgariya Rêber Ocalan rabin ser piyan.

Derya Mihmed bal kşande ser pêvajoya çarseriya ku Rêber Ocalan dabû dest pê kirin û got; Di wê serdemê de gelên li Tirkiyê nefesek standin û ketin nava hêviyên ku wê aştî û aramî pêkwere. Lê dewleta Tirk rê li ber aşîtî, aramî, hiqûq û edaletê girt. Piştre tecrîda li ser Rêber Apo giran kirin û şerê qirêj dane dest pê kirin.

Rêber Ocalan kesayetekî siyasî yê Kurd e û efsaneya herî girîng ya Rojhilata Navîn e. Azadiya wî ji bo rabûna alozî û kîrzan, ji bo bidawîkirina şerê li herêmê giring e. Divê CPT û hemû saziyên pêwendîdar erka xwe bi cihbînin.

Em bang li hemû rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan û civaka navdewletî dikin ku tevlî kampanya azadiya Rêber Ocalan bibin.