Alîgirên DAÎŞ’ê ji bo çeteyên xwe yên di destê YPG/QSD’ê de ne rizgar bikin, bi navê “Eve’s Help Club” li Awûstûryayê saziyeke alîkariyê ava kirine.

Eşkere bû ku ji bo revandina endamên çeteyên DAÎŞ’ê yên li girtîgeh û kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên girtin, li paytexta Awûstûrya Viyanayê saziyeke alîkariyê ya bi navê “Eve’s Help Club” pere kom kiriye. Tê gotin ku pereyê ku saziyê bi rêya propaganda li medya civakî kom kiriye, ji bo revandina DAÎŞ’iyan şandiye Sûriyeyê.

Hêzên ewlekariyê yên Awûstûryayê têkildarî mijarê dest bi lêpirsînê kirin, lê balkêş e ku demeke dirêj karên vê saziyê ji nedîtî ve hatin. Ev rewşa sosret li yek ji rojnameyên sereke yên Awûstûryayê Der Standartê hate eşkerekirin. Rojnameyê bi berfirehî nivîsî ku bi bikaranîna hestên olî û mirovî yên mirovan ji bo revandina DAÎŞ’iyan bi çi rengî pere hatine komkirin û diyar kir ku lêkolînkirina mijarê 6 mehan dewam kiriye.

PERE BI RÊYA PAYPALÊ TÊN KOMKIRIN

Rojnameyê destnîşan kir ku bi propaganda reş li ser platformên medya civakî ji bo revandina endam û malbatên DAÎŞ’î yên li Kampa Holê pere hatiye komkirin û ragihand, saziya bi navê “Eve’s Help Club” bi rêya 10 hesabên Paypalê pere li ser înternetê kom kiriye.

Di hesabên Facebook û Înstgramê de jî yên bi navê “Alîkariya ji bo xwişkên me” reklamên bi vî rengî dihatin weşandin, “Li wir xwişka min tevî pitikekî xwe û zarokekî xwe yê biçûk tê hiştin. Gelo berdêl azadkirina wan çi ye?” Di heman reklaman de ji bo bersiva vê pirsê jî wiha tê gotin, “Ji bo jin û zarokekê 12 hezar Dolar”.

Rayedarên yekîneyên ewlekariyê yên Awûstûryayê ji rojnameyê re axivîn û deiyar kirin ku ji ber “Alîkariya fînansî ya ji bo terorîzmê” der barê saziya bi navê “Eve’s Help Club”ê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Rayedaran piştrast kirin ku saziyê ji bo revandina çeteyên DAÎŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê pere kom kiriye û gotin, lêpirsîn hîn dewam dike, lewma nikarin agahiyên berfireh bidin.