Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) pîroz kir û got;

Weke berê îsal jî civaka Êzidî Cejna Çarşema Sor di bin êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de pêşwazî dike.

Civaka Êzidî, bi gavên xurt paşeroja xwe ya azad bi xwedîderketina li nirxên xwe yên çandî, ziman û baweriya xwe ava kir.

Lê hê jî di bin gefa dewleta Tirk a qirker, mêtinger û hevkarên wî PDK’ê de ye.

Dewleta Tirk bi zîhniyet û polîtîkaya xwe ya qirkirinê li dijî gelên herêmê şerekî topyekûn dimeşîne.

Bi taybetî jî dijminên sereke yên gelê Şingalê dewleta çete ya Tirk, hevkarên wî PDK’ê û dewletên herêmê ne û her roj êrîşên qirkirinê dikin.

Civaka Êzidî û Kurdan helwesteke rast nîşan dan û bi biryar e ku nirxên xwe yên çandî yên kevnar biparêze.

KCKe da zanîn ku civaka Êzidi bi hişmendî, îrade û têkoşîna xwe pir nêzî bidestxistina mafên xwe yên Xweseriya Demokratîk bûne.

Ji bo paşerojên xwe li ser xaka xwe ya qedîm ava bikin, bi biryar û baweriyeke mezin têkoşinê dikin.

Civaka Êzîdî, bi vê bawerî û nasnameyên gelêrî re Çarşema Sor û Serê Nîsan wateya xwe ya rast girtiye û bi îrade û moralek mezin bûye, çavkaniya morala tevahiya gelê Kurd.

Weke Tevgera Azadiya Kurdistanê, di vê têkoşîna bi rûmet de, li cem civaka Êzîdî cih girt û bi bedelên mezin piştgirî da têkoşîna civaka Êzîdî.

Bila gumana tu kesî nebe ku em ê li gorî perwerdeyên Rêber Apo, bi piştevaniya dozên mafdar yên civaka Êzidî û gelên herêmê yên ku ji aliyê hevriyên me yên şehîd ve hatine emanet kirin, bibin yek.

Em weke gel, em ê bawerî û nirxên xwe yên nasnameyî biparêzin û heta azadiya Kurdistanê û hemû gelên Kurdistanî bi pêşengiya PKK’ê têkoşinê bikin.