Artêşa Tirk a dagirker li Nisêbînê, Çiyayê Bagokê, dest bi tevgera leşkerî ya berfireh kir, hê jî dewam dike.

Dewleta Tirk li Çiyayê Bagokê, gundên Xerabê Alê, Hibabê, Badibê, Ewşê, Arboyê, Bahminê, Sêderî, Xerabê Mişka û mezrayên herêmê, ji bo 15 rojan ji bo çûn û hatinê qedexe kir.

Li van gundan tevgera leşkerî destpêkir û dewam dike

Çavkaniyên herêmî dibêjin li herêma Omeriya, ya girêdayî Nisêbînê, derdora gundê Cinata, navbera gerillayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de şer derket.

Li gorî heman çavkaniyê di şer de fermanderek, leşkerek û 2 cerdevan birîndar bûne, wan rakirin nexweşxanê.

Tê gotin di şer de, leşker jî hatine kuştin.

Hate zanîn, cenazeyên 2 gerîlayên HPG’ê birin morga nexweşxana Merdînê.

Li aliyê din, li herêma Omerya, Kurka Çeto, Yestê, Qurdîsê, Cînatê û nêzî herêma Termo artêşa Tirk yekîneyên xwe yên veşartî bi cih kiriye.

Li Miştînê, Talatê, Cibilgiravê jî tevgera leşkerî heye, leşker û kontra li herêmê ne.