Meşa 2 rojan a ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ve di salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an de li Atînayê hat lidarxistin, doh êvarê bi dawî bû.

Ciwan doh di roja dawî de ji Pallînî ber heta Konsolosxaneya Tirk bi diruşman meşiyan û li ber konsolosxaneyê daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Însiyatîfa RiseUp4Rojava-Yewnanistan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Atînayê ve hat dayîn.