Dewleta Îranê herêm bi herêm taybetiyên gelê Kurd tespît dike, bi hêzeke ‘nerm’ dixwaze siyaseta helandinê pêk bîne.

Îran polîtîkayên asîmîlasyonê bi awayekî hûr pêk tîne. Qirkirina ekolojîk, qirkirina çandî, êrîşa li nirxên dîrokî, hewldanên pûçkirina kesayetiya Kurdan bi vî awayî tê kirin û dixwazin encamekê bistînin.

Efrûz Ferûhzade yê ji gundê Bahramabad ji ANF’ê re qala polîtîkayên Îranê kir û got, “Herêm bi herêm taybetiyên gelê Kurd tespît kirine û bi hêzeke nerm dixwazin gel bihelînin. Siyaseta Îranê ne hişk û redkirineke fîzîkî ye. Di bin kontrola xwe de digire û hinek derfetan dide wan. Sermesele gel bi zimanê xwe yê zikmakî dikarin kûrsan vekin. Di asta neteweyî û herêmî de bi zimanên cihê weşanên wan hene. Heta astekê dikarin çand û xebatên xwe yên hunerî bidomînin. Lê bi şertê ku divê siyasî nebin û di bin kontrolê de bin. Bi siyaseteke hûr gel dixapîne. Nahêleku refleks çêbibe. Dixwaze vî tiştî bi gel bide fêmkirin, “Hiqûqa te heye, her cure derfetên te heye, ji ber vê jî dengê xwe neke’ Ev rewş jî dibe xapandinek.

NASNAMEYA FARISTIYÊ TÊ ÎDEALÎZEKIRIN

Nasnameya Faristiyê tê populerkirin û wekî modeleke îdeal tê pêşkêşkirin. Dixwazin vî tiştî bikin. Bi Kurdî dibistaneke fermî tune, bi zimanê zikmakî perwerdehî tune. Tu derfeteke fermî tune. Kurdiyeke ber bi Farisiyê tê avakirin. Bi awayekî kone meyla bi ser Farisî zêde dikin. Bi kurtasî helandinek pêk tê. Îran destûrê nade tu çalakiyên sivîl û îradeyê.

RADYO Û TELEVÎZYONAN AVA DIKE

Îran ji bo xwe nêzî Kurdan bike, li gorî her herêmê radyo û televîzyonan afa dike. Di van kanalan de ne îdeolojî lê Kurdbûnek derdikeve pêş. Kanal bi çand û zimanê wê derê biaxive jî ya rast propagadanya dewletê dikin. Govendên bi Kurdî tê gerandin, stranên bi Kurdî tê strandin, nûçeyên bi Kurdî tên dayîn. Radyo hemû propafandaya dewletê bi zaravayên cihê yên Kurdî dike. Bi vî awayî refleksa civakî tê qelskirin.Beşeke civakê vî tiştî wekî êrîşa dewletê ya li dijî nirxên xwe nabîne. Polîtîkaya sereke ya Îranê bi zimanekî nerm ji zimanê gel diaxive û dixwaze encamê bistîne. Îradeya siyasî tune dike. Di wan kanalan de çanda Kurdan basît tê nîşandan. Sermesele Radyo Sine vî tiştî dike. Bi vî awayî gelek nirxên civakê basît dike.

TEŞWÎQA JI BO ZAROKATIYA DI TEMENEKÎ CIWAN DE

Ji bo Îranê ciwanên serhildêr her dem xetere ye. Yek ji rêya ku ciwanan ji vî tiştî dûr bixînin jî, wan di temenekî ciwan de bizewicîne û wan muxtacî dewletê bike. Ji bo zewacê kredî tê dayîn. Di medyaya wê de tê diyarkirin ku zewaca di temenê ciwan de kanûneke şerîatê ye û divê zewac were kirin, heke wisa neyê kirin guneh e. Dema ku rewş wisa be ciwanên dibin 20 salî dikevin derdê ku çima nazewice. Malbat ji bo zewicandina zarokên xwe zextan dike.

HERÊMÊN KU REJÎM BI TAYBETÎ BERÊ XWE DIDE WIR

Cihên wekî Sine, Kirmanşan û Ûrmiye dewletê bi taybetî berê xwe daye wir. Sine naven e, di dema berxwedana Komala de, Sine di bin bandora rêxistina Komalayê bû. Ev der him navenda şoreşê û him jî navenda wêjeya Kurdî ye. Şoreşgerên mezin ji vir derketiye lê îroj gelekî hatiye marjînalîzekirin. Ji bo ku gelê Sinê ji Kurdbûnê dûr bixînin her tiştî dikin.

Gelê Rojhilat gelekî welatparêz e. Ji berê jî welatparêziyek hebû lê niha bi saya rêxistibûna PJAK’ê gel roj bi roj di warê siyasî û îdeolojîk de bi pêş dikeve. Girêdayîna bi PJAK’ê pêk tê. Dewlet jî di nav gel de li dijî PJAK’ê propagandayê dike. Di nav gelê Îranê de vî tiştî dike. Ji ber ku dizane dema ku di nav gelê Rojhilat de bike, wê rastî nerazîbûnan bê û ew ê tu kes ji wan bawer neke.