Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  bi daxuyaniyakê ragihand ku gerîlayan 27’ê Adarê li navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî qereqola Vedat Ozkaya çalakî pêk anîn û di encama wê de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîla ku 27 û 28’ê Adarê  li dijî qereqola Vedat Ozkayaya çalakî pêk anîn daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê ragihand ku di çalakiya 27’ê Adarê de ya li navçeya Bazîd a Agiriyê 3 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Hêzên me bi wesîleya Hefteya Lehengiyê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Serfiraziyê de, ya ku li Eyaleta Serhedê didome roja 27’ê Adarê saet 15:00’an li dijî 2 girên qereqola Vedat Ozkaya ya navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de bi serketî li leşkerên li gir hate xistin, 3 leşker hatin kuştin 2 leşker jî birîndar bûn û çekek A4 hate rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi obus, hawan û helîkopteran bi rêk û pêk bombe li herêmê barand, bi helîkopterên Skorksy kuştî û birîndarên xwe rakir.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 28’ê Adarê saet 16:30’î li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li girê Xeregol yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn, çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de çeper û baregehên dijmin bûn hedef, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespît kirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi rêk û pêk bi topên hawan û obusê bombe li herêmê barandin.”