Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku şervanên wan li bajarê Efrînê li dijî bendeke kontrolê ya çeteyên “Furqet El-Hemzat” ên girêdayî dewleta Tirk anîn. Di encamê de 6 çeta hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekî ragihand ku şervanên wan li gundê Ciwêq ê bajarê Efrînê, çalakiyek li dijî çeteyên koma “Furqet El-Hemzat” a girêdayî dewleta Tirk a dagirker pêk anîn. Odeyê dîmenên çalakiyê weşand.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê diyar kir ku şervanên wan mayînek li nêzî benda kontrolê ya gundê Ciwêq teqandin, di encamê de 6 çeteyên Furqet El-Hemzat hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ev çalaki hesabxwestina ji çeteyên ku Efrîn dagir kirine û xelkên wê koçber kirine. Ev çete kiryarên terorê pêk tînin û li Efrînê, Ezaz, Cerablus, Idlib û tevahî Bakurê Sûriyê didomîne.

Şervanên me di 29‘ê Adara 2019‘an mayînek bi benda kontrolê ya koma Furqet El-Hemzat a li gundê Ciwêq a bajarê Efrînê ve teqandin, di çalakiyê de 6 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Em ji raya giştî re diyar dikin ku çalakiyên şervanên me hemû çeteyên ku di dagirkirina Efrînê de beşdar bûn, dikin hedef, em li ser soza xwe ne ku em ê çalakiyên tolhildanê dewam bikin. Heta ku Efrînê rizgar bikin û xelkên wê bi rumet vegerin axa xwe ya ji dagirkeran were paqijkirin.”