Hate ragihandin ku cenazeyê jinek Êzidî ya xelkêŞengalê ku li kampa Domîz dima, li bendava Dihokê hate dîtin.

Heta niha sedema mirina jina Êzidî nayê zanîn û ti agahiyên fermî di derbarê buyerê de nehatine belavkirin.

Li gorî agahiyên hatine ragihandin, beriya demek kurt, li bendava Dihokê cenazeyê jina Êzidî hate dîtin.

Jina Êzidî ya xelkê Şengalê, piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê koçî kampa penaberan a Domîze ya li Dihokê bûbû û li wir dijiya.