Karkerên di 13’ê Sibatê de li navçeya Erzingan Licikê, di bin axê de man jî ne hatine dîtin û lêgerîna karkeran dewam dike.

Piştî bûyera li navçeya Erzingan Licikê, bûyera ku 13 sal berê li gundê Avşîn ê navçeya Elbîstanê çêbû û 9 karker dibin hezazê de man ket rojevê.

Hingî jî, têkildarî mijarê berpirsê kanê yê Kanadayî J.R.G jî di nav de, 8 kes hatibûn binçavkirin û 6 kes ji wan hatin girtin.

Ji bilî wan, Koma CÎNER ji bo Santrala Termîk B A Afşin-Elbistanê komir derdixist û di 6’ê Sibata 2011’an de hezaz çêbû, Yaşar Alkaya dibin hezazê de ma.

Piştî 5 rojan jî, di 10’ê Sibata 2011’an de car din hêzaz çêbû 10 karker dibin axê de man û tenê yek ji karkeran Ruşen Demîr mirî hat dîtin, ên din hîna ne hatine dîtin.

Serdozgerê Komarê yê Elbîstanê ji bo mirina 11 karkeran doz vekir. Piştî darizandina 5 salan, dadgehê ji bo her malbatekê 91 hezar û 200 lîreyên Tirkî cezayê tazmînat da, 19 bersûc beraat kir.

Birayê yek ji qurbanê kanê Muhsîn Koşan got; Birayê min bavê 2 zarokan bû. 12 saetan kar dikir. Ew dibin axê de ma. Em jî salekê çûn û hatin, tu encam derneket. Mîna doza me, doza karkerên Soma, Bartın û gelek cihên din jî bê encam dimînin. Dewlet hevparan diparêze.

Mudurê Hevpara Kana li navçeya Erzingan Licikê jî hate berdan

Hate diyar kirin ku mudurê kana zêr a li Licikê. Cengîz Demîrcî hatibû binçavkirin. Piştî îfadeya li Edliya İlicê bi mercê kontrola edlî hat berdan.

Beriya niha jî, Midurê Kanadayî jî di nav de 6 berpirsên hevparê hatibûn binavçkirin, piştre 2 kes bi mercên kontrola edlî hatibûn berdan.