Berxwedana Kamûran Amed û 6 hevrêyên wî ya li tunelên şer ên li Mamreşoyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nîşan dan, bû hêvî û moraleke mezin ji gelê Kurd û azadîxwazan re.

Gerîlayê HPG’ê Mûstafa Şîmşek bi nasnav Kamûran Amed tevî 6 hevrêyên xwe li tunelên şer ên herêma Mamreşo li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bi ruhekî fedayî li ber xwe dan.

Dewleta Tirk ku li hemberî vê berxwedanê bêçare ma serî li rêbazên dermirovî da û gazên kîmyewî li hemberî 7 gerîlayên HPG û YJA Starê bikar anî ku di encama wê de her 7 gerîla şehîd bûn.

Berxwedana wan gerîlayan ku hem koka xwe dispêre çanda berxwedanê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, hemû rojê li hemberî êrişên faşîzan û dagirkeriya dewleta Tirk yê ti pîvanekî mirovî nas nake, roj bi roj mezintir û berfirehtir dibe û dewleta Tirk xistiye nava çirava binketinê.

Ji wan qehremanên berxwedana Mamreşo ku tevlî karwanên şehîdan bû Kamûran Amed xwedî seknek çawa bû, çi kir ku di demekê ewqas kurt de bibe xwedî vîneke wiha mezin ku îro bûne destan ji bo paşeroja gelê Kurd û azadîxwazan?

Wisa bi lêv bû ev destan 
Dîlaneke ji heft kesan 
Me bihîst bi guhên dilê xwe, dengê bombe û tifingan bûn stran 
Me dît bi çavên hêrsa xwe, dijmin bêzar û dijmin belengaz, çi heyf 
Dijmin hîn ew dijmine, ku cardin asê mabû li van Zagrosan.
Me temaşe kir bi berza rûmeta we, qirik li wan zuha bû 
Ziman bê taqet mabû ji gaziyên teslîmiyetê, lê bersiv qet dereng nema 
Bi lêvên terikî her carê tilîliyek û her carê dirûşmeyek bilind dibû ji Mamreşo
Yek ji van dengan bû dengê te,
Tu her ew Kamûran î
Delalê dayîka xwe û şervanê welatê xwe…

DI NAVA ESARETA FÎZÎKÎ DE WATEYA HERÎ MEZIN A AZADIYÊ PEYDA KIR

Mûstafa Şîmşek bi nasnav Kamûran Amed di sala 2000’î li navenda Amedê ji dayik dibe. Ew zarokatiya xwe di nav kolanên kevnar ên taxa Benûsen de, di nav kûçeyên teng ên Sûrê ku gelek caran şahidiya serhildanên mezin kiriye derbas dike. Ji ber vê yekê hîn di temenekî biçûk de tevgera azadiyê nas dike û beriya tevlî nav refên PKK’ê bibe, di xebatên Ciwanên Şoreşger û YPS’ê de bi awayekî çalak cihê xwe digre.

Ev berxwedanî û ruhê hevaltî li ser hiş û mêjiyê wî bandoriyeke mezin dike. Cardin di demekî wisa de ku gelê Amedê li hember hemû zextên dijmin li ser piya ye, Kamûran xwe dike mertalê gelê xwe û rola pêşengiyê dilîze.

Piştî demekê tê girtin û dikeve zindanê. Berevajî hesabên dijmin ên çewisandinê, ew di zemînê girtîgehê de ruxmê temenê xwe yê biçûk lêhûrbûnek derwêşane dike. Ew xwedî xisletên wisa bû ku di nav çar dîwaran de xwe ranedigirt û di nav esareta fîzîkî de wateya herî mezin a azadiyê peyda kir.

Kamûran di pêvajoya girtîgehê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwîne, fêm dike û çawa ji zindanê derdikeve, wek şervanekî ku ji şerkerî û wêrekiya Fermandar Çiyager para xwe girtî di sala 2019’an de tevlî nav refên PKK’ê dibe. 

Piştî perwerdeya xwe ya şervanê nû li ser peşniyara xwe  berê xwe dide eyaleta Avaşîn. Ew  mêrxasiya di kolanên Sûr ên Amedê de jê re bûyî şahîd, vê care jî di stargeh û çiyayên Avaşînê de dîbîne.

Di nava demek kin de xwe bi jêhatiyên gerîlatiyê gurc û pêç dike, dibe leşkerekî wêrek yê felsefeya Rêber Apo. 

Êdî hazir bû Kamûran. Yek ji  endamên yekîneyên bitevger ên Avaşînê bû. Wê tevlî şer bibûya, çalakî bikira û biçûya ser dijmin, lê qet nesekinî ba.

Di Nîsana 2021’an de tevî hevrêyên xwe cara dawî soza berxwedanê dan û dîlan girtin. Kamûran bi soza serketinê ji Dola Maran hilkişiya warê Xebat, Nalîn û Rodiyan…

Meydanê Cengê Mamreşo, ji mehan Gulan û heft şervanên dest bişûr bûn. Tu yê bigota qey ji bo bilindkirina rûmeta vî şerî bijarte bûn, yan jî qey Kamûran tevahiya 21 salên xwe ji bo vê berxwedana 10 roj jiya bû. Dijminê dagirker di dewamiya berxwedana Mamreşo de, li hember her heft gerîlayên berxwedêr rêbazên ku di ti şerî de nehatiye dîtin bikar anî.

Kamûran li hember pêkanînên hovane di astekî ku temenê wî yê ciwan û laşê wî ye çeleng derbas dikir li berxwe dida. Ew hêj du salên xwe tijî nekiribû li wan çiyayan, lê bi qasî fermandarekî gerîla yê ku hemû jiyana xwe di şer de derbaskiriye têkoşîn kir. 

Di 3’ê Gulana 2021’an de li girê Şehîd Mûnzûr yê girêdayî herêma Mamreşo, di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê bi gazên kimyewî de gihîşt şehadetê. Ger destan be Mamreşo, yek ji dest û dilê vê destanê Kamûran bû. Ne êrîşên ne merdane, ne gazên kimyewî û ne jî ew şerê bêdad û newekhev nikare herikîna kenê Kamûran bisekinîne. Ew hêj dikene û diherike. Ji kolanên Benûsen ber bi tevahî Avaşînê ve.