Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li Colemêrgê li dijî yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin. Bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatine cezakirin, gelek jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Me di daxuyaniya xwe ya 2’yê Îlona 2020’ê de ragihandinbû ku artêşa TC a dagirker 31’ê Tebaxê li Herêma Sumbul a Colemêrgê dest bi operasyonekê kiriye, yekîneyên veşartî li deverê kemînan davêjin.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 2’ê Tebaxê li devera Ezîzanê ya Sêrtê li dijî yekîneyên veşartî yên artêşa TC’ê ku bi cih bûbûn, xistine kontrola xwe. Piştî demekê hatin şopandin heman rojê saet derdorî 16:30’î hêzên me ji nêz ve bi xurtî li wan dane. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 dijmin hatine qetilkirin, gelek jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê leşkerên xwe yên kuştî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji qadê rakirine.

 Ev operasyon 2’yê Îlonê saet 23:00’an bê ku encamek bigirin vekişiyane.

Êrîşên balafirên şer ên artêşa TC’ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam in, di vê çarçoveyê de:

4’ê Îlonê saet 05:00’an balafirên şer derdora Ava Lolan a Herêma Xakurkê û saet 17:00-18:00’an jî zozanên Berbizina a Herêma Goşînê bombe kirine.

4’ê Îlonê saet 18:00’an balafirên şer devera Werxelê ya Herêma Avaşîn bombe kiriye.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hevalên me nehatine.”