Ji 1’ê Çileya 2019’an û vir ve ku Bolsonaro yê rastgirê tund bû desthilatdar, gotin û polîtîkayên rastgir ên tundrew, dijminê jinan û avhewayê, welêt bêhtir ji kontrolê derdixînin. Ji aliyekî ve çete ji bo qezencê Amazonan talan dikin, li aliyê din jî hejmara mirovên radihêjin çekê zêde dibe û li gel vê yekê bûyerên tundiyê jî zêde dibin.

BIÇEKBÛN JI SEDÎ 200 ZÊDE BÛ

Li Brezîlyayê yek ji nuqteyên ku bi rêveberiya Bolsonaro herî zêde balê dikişîne, biçekbûne. Li gorî daneyên fermî di nava 6 mehên dawî de herî kêm 105 hezar kesî destûrnameya şexsî ya rahiştina çekê wergirtin. Ev yek li gorî heman dema sala derbasbûyî tê wateya ji sedî 200 ku zêde bûye.

Di vir de para 20 biryarnameyên Jaîr Bolsonaro zêde ye ku bi biryarnameyên xwe hêsan kir ku mirov rahêjin çekan. Di piraniya biryarnameyan de gotineke metirsîdar tê destnîşanrkirin, “Mirov parastina xwe bi xwe bikin.”

ÇEKÊN KU LI SER SÛCDARAN HATIN DÎTIN JI DEHAN ÇAR JI WAN ‘QANÛNÎ’ NE

Li Brezîlyayê ku rêjeya sûc gelekî zêde ye, liv û tevgera rêxistinên sûc gelekî zêde ye. Tenê rêxistina sûc a bi navê PCC xwedî 30 hezar endamî ye ku meha derbasbûyî li dijî wan operasyoneke mezin a polîsan hate lidarxistin.

Yek ji karên ku rêveberiya Bolsonaro kir ew e ku rêxistinên sûc bi saya qanûnên rahiştina çekê, çek hildane. Mînak, sala 2019’an di operasyonên dijî rêxistinên îllegal de ji sedî 30 heta 40’î yê çekên hatin bindestxistin, bi rêyên qanûnî hatibûn hildan.

Rêvebera saziya civaka sivîl a bi navê Enstîtuya Soû da Paz Carolîna Rîcardo li ser mijarê axivî û diyar kir ku çekên bi rêyên qanûnî tên hildan, roj bi roj hîn bêhtir dikevin destê rêxistinên sûc.