Di hişê min de hê jî ew dayik û gerîlayên ku ji baranê re şikur dikin hene. Kî dikare niha vê heqîqetê ji hev veqetîne. Kî ye ev ax bi me da hezkirin û baweriya azadiyê hînî me kir?

Dilopa dawîn a baranê ket ser namlûya gerîla. Dilopê wekî ku digot, “Rabe, dema meşê ye”. Vê hevoka gerîlaya jin a kêleka min ez xistim nav tevgerê û got, “Ka tu bala xwe bide van dilopan, wekî ku ji me re dibêjin van nemerdan ji van çiyayan biqewirînin.”

Mirov nikare baweriyê bi baranê bîne lê dîsa jî divê em dilopê bikin firsend.  Em konserveyeke biçûk û parçeyek nan dixin çente. Li Heftanînê gelek mêwe hene lê a niha gundî jî nikarin biçin baxçeyên xwe. Ne ku ditirsin, ji ber bomberdûmanê mêwe nemane.

Em xatirê xwe ji gerîla dixwazin. Li pêşiya me rêyeke dirêj heye. Bêyî westandin divê em bi hêrs bimeşin. Roj li ber avabûnê ye, şev dirêj bûn. Herî zêde kêfa gerîla ji dirêjbûna şevê re tê. Ji ber ku wê zêdetir çalakî were kirin û bibin kabûsa dijmin. Em gihiştin gundê Şîlanê. Gundê Şîlanê li qada Keşanê ye. Girêdayî Batûfaya Zaxoê ye. Parçeyekî biçûk ê bihuşta Heftanînê ye. Dayikeke pîr li berpalên çiyayan ji xwe re baxçeyek çêkiriye, firîngî çandiye. Dayik li ber baxçê yên kurmî û şewitî dineqîne. Ne ku yên şewitîne, yên ji aliyê dagirkeran ve hatine şewitandin. Di nav wê hêşînahiya kesk de, me fêkiyeke biçûk dît. Dayikê got ev lobîk e. Wekî fasûleyan e. Ez kêleka wê rûniştim, “Ma te ne sar e, piçek baran dibare. Bişirî û wekî ku bibêje “Hê tu beriya ku ji dayik bibe, min li ser vê axê bi hezaran gerîla dît, tecrubeya min bi qasî emrê te ye.” Gotina xwe domand,”Min sibehê pezê xwe dot, piçekî barana bi bereket bariya, min lê nihêrî balefir jî tune. Min got ez biçim baxçe, hinek mêwe kom bilim, lê hemû jî riziyane û şewitîne. Ma vê axê çi û çi dît. Ji du sê firîngiyan tiştek nabe.” Dema min jê re got, “Gelo ez dikarim wêneyê te bigirim” wê rûyê xwe veşart. Gerîla jixwe wêneyan nagire. Gelê Başûr jî dema diaxive, ji ber ku wê PDK wan biqefêle û ceza bide wan, bi tevdîr tevdigere. Dayik gotina xwe didomîne, “Çi mêrxas ji vir birin. Gelek birin sêdarê.  Destê wan kelepçekirî, wan kelepçe maç kirin, gotin em zavayên Kurdistanê ne û ber bi mirinê ve çûn. Daxwaza wan ne dîtina dê û bavê wan bû. Wan bi tenê dixwestin parçeyek axa Kurdistanê bêhn bikin. Niha jî kesên ji vê axê hez dikin, tên kuştin. Tu hê ciwan î tu nizanî lê çi mêrxas ji vir çûn. Naqede keça min, PKK li vir naqede.”

Qesta wê artêşa Tirk a dagirker bû û Girê Koordîneyê nîşan dide. Baranê vekir. Di nav kincên wê de parçeyekî hesin hebû. Xistibû nav firîngiyan. Bişirî û got, “Ew parçeyê saroxe (roket) ye, ez ê bibim malê. Di nav baxçe de bû. Ez ê nîşanî zarokên xwe bidim. Bila bizanibin kê em bomberdûman kir” û rabû çû. Dema dayik çû em jî ketin rê.

Di hişê min de hê jî ew dayik û gerîlayên ku ji baranê re şikur dikin hene. Kî dikare niha vê heqîqetê ji hev veqetîne. Kî ye ev ax bi me da hezkirin û baweriya azadiyê hînî me kir?

Rê dirêj e… Baran sekinî. Mizgîna hatina xwe de. Gerîla zend û bendê xwe bada, ji ber ku êdî Heftanînê ji payîzê re got ‘merheba’.