Li Swisre bajarê Winterthurê, Kurdistanî û dostên wan, di çarçoveya pengava”Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li navenda bajêr kom bûn.

Piştî rêzgirtinê, Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Wînterthur Coşkun Dersim bi zimanê Elmanî axivî û got:

Heta ku Rêberê me azad bibe, em nikarin behsa azadiya gelê Kurd bikin.

Rêberê me ev demeke dirêj e di nava tecrîdê de ye û 3 sal in tu agahî jê nayê girtin.

Rêber Abdullah Ocalan rêberekî siyasî ye, bi milyonan Kurdên li cîhanê ew weke îradeya xwe nîşan daye.

Em Daxwaz dikin ku Rêberê me di demek herî kurt de bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Di çalakiyê de banga tevlîbûna çalakiya li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ya di navbera 15-19’ê Nîsanê de li Frensa bajarê Strasboûrgê werê kirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.