Tevlêbûna li referandûmê pir kêm bû. Li gorî encamên fermî kesên ku dengê xwe dane 66,8 ji 100’î gotin ‘erê’, 32,20 ji 100’î jî li dij rabûn.

Serokê Konseya Destûrê Kamel Fennîche got referandûm bi ‘zelalî’ bûye

Li gorî çapemeniya Cezayîrê rêjeya tevlêbûna li referandûmê 23,84 ji 100’î ye.

Ev li Cezayîrê ji bo hilbijartinekê tevlêbûna herî kêm bû û ji bo rejîmê weke ‘fiyasko’yê hate nirxandin.

Dema ku ji alî hilbijêrên qeydkirî ve tê nirxandin, tê fêhmkirin ku ji hilbijêran 15 ji 100’î ji bo reforma Destûrê ”erê” gotine.