Di rapora saziyê de hate ragihandin ku sala 2022’an Somalî, Efganistan, Bûrkîna Faso, Haîtî, Nîjerya, Sûdan a Başûr û Yemen di asta pêncemîn de bûn, ku asta herî nebaş a birçîbûnê ye. Hate ragihandin ku 35 milyon mirov jî di asta çaremîn de birçî man.

Di sala 2023’an de jî hejmara mirovên birçî man gihîşt 345 milyon kesî. Ev hejmar hejmara herî bilind a heta niha ye.

Di rapora destpêkê ya GRFC de ku sala 2016’an hate weşandin ev hejmar 105 milyon kes bû.

Di raporê de krîzên aboriyê, şer û guhertina avhewayê weke sedemên sereke yên nebûna xurekê û birçîbûnê hatin destnîşankirin. Di nava van sedeman de krîzên aboriyê weke sedema herî giran a birçîbûnê hate diyarkirin.

GRFC ragihand ku beşeke gelekî mezin a nifûsa cîhanê ji ber rîska birçîbûnê bêparastin maye û bang li civaka navneteweyî kir ku di vê mijarê de tedbîran werbigire.