Hem mexdûrên şer û hewcedarên alîkariyê, hem jî hestên olî yên Misilmanan bi kar tînin û pereyên ku kom dikin dişînin ji çeteyan re. Dewleta Elman jî van saziyên ku bi navê ‘saziya alîkariyê’ dixebitin ji nedîtî ve tê.

Çeteyê bi navê Mûhammed Amer Abdulkadîr ê ji Elmanyayê çû Sûriyeyê û tevlî çeteyên DAÎŞ’ê bû çend roj berê ji nûçegihana ANF’ê ya li Rojava û Bakurê Sûriyeyê Bêrîtan Sarya re axivî bû. Wî çeteyî anîbû ziman ku birîndarên giran ên DAÎŞ’ê bi ambûlansan ji deriyê sînor ê fermî derbasî Tirkiyeyê tên kirin û der barê saziya paravan a bi navê “Helfen in Not” (Alîkariya lezgîn) a ku xwe li Elmanyayê bi rêxistin kiriye agahiyên girîng dabû.

Çete têkiliya navbera xwediyê saziya bi navê “Helfen in Not” Bekîr Asturk û wezîfedarên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê ji raya giştî re yekemcar eşkere kir. Bekîr Asturk kesê sereke yê têkiliyên DAÎŞ’ê yên li Elmanyayê bû, ji ber vê yekê ji aliyê îstîxbarat û medya Elman ve ji nêz ve dihate naskirin.

Lê belê îstîxbarata Elman a ku bi tevgerên şoreşger ên Kurdistanî, Tirkiyeyî, çepgir û sosyalîst mijûl dibe, tenê li Asturk û çeteyên din temaşe dikir ku ambûlans û malzemeyên din ên leşkerî ji Elmanyayê dişandin. Li gorî lêpirsîna dozgeriya Kolnê ya sala 2014’an Asturk kir ku herî kêm 9 ambûlans ji çeteyan re bê şandin. Di nava hin ambûlansan de malzemeyên leşkerî yên weke dûrbînin şevê jî hebûn.

Şefê saziya alîkariyê ya paravan Bekîr Asturk ku tê texmînkirin ji ber lêpirsîn û şopandina li Elmanyayê Elmanya terikandiye, li Edîrneyê hate dîtin. Asturk ku bi rengekî fermî nikare li Elmanyayê alîkariyê km bike, li malpera medya civakî ya ‘Helfen in Not’ a bi zimanê Elmanî weşanê dike, alîkariyê hîn jî kom dike.

Asturk bi taybetî beriya cejna Qurbanê di Facebookê de agahiyên der barê hesabê bankayê yê li Îş Bankasi Şaxê Edîrneyê ji bo xwe vekiriye parve dike û bi rengekî derveyî qanûnî alîkariyê kom dike.

Facebook a ku bi hinceta alên YPG/YPJ û PYD’ê hesabên bikarhêneran digire, bikaranîna hestên olî û komkirina pereyan ji bo çeteyan ên Asturk ji nedîtî ve tê. Yekîneyên dadgerî û ewlekariyê yên Elman jî bi heman rengî li pêşberî çeteya Asturk bi xemsarî tevdigerin.

Li gorî lêkolîna ANF’ê, ji bilî ‘Helfen in Not’ gelek sazî bi navê ‘saziya alîkariyê’ ji bo alîkariya lojîstîkî bidin çeteyên DAÎŞ’ê li Elmanyayê hatine avakirin. Navenda wan jî bi giranî eyaleta NRW a Elmanyayê ye ku nifûsa koçberan lê zêde ye. Bi navê ‘zekat’, ‘qurban’, ‘fitre’ pereyan kom dikin û dişînin ji çeteyan re.

Ji bilî ‘Helfen in Not’ çend ji wan saziyên qaşo ‘saziyên alîkariyê’ ne wiha ne: “Help 4 Ummah, World Wide Resistance Help, Medizin mit Herz û Al Asraa Basaar.”