Li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê çeteyên DAÎŞ’ê hawan avêtin gundekî û di encamê de 4 sivîl birîndar bûn. Wesayiteke ku ji gund ber bi Daqûqê ve diçû bû hedefa polîsên federal ên Iraqê. Di êrîşê de 9 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan.

Çeteyên DAÎŞ’ê doh êvarê çar hawan avêtin gundê Darayî Heftexarî ya navçeya Daqûqê ya Kerkûkê. Yek ji topên hawanê li malekê ket û di encamê de 4 kes birîndar bûn ku yek jê jin e.

Rayedarên Nexweşxaneya Daqûqê diyar kirin, piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê malbatek ji 9 kesan bi wesayitê ji gund berê xwe dide Daqûqê. Lê belê li nêzî benda kontrolê ya polîsên federal ên Iraqê, polîs guleyan li wesayitê direşînin. Di encamê de jî 9 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku temamiya mirovên di wesayitê de bûn jin û zarok bûn û jiyana xwe ji dest dan.

Piştî ku birîndar û cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin nexweşxaneya Daquqê, di navbera Polîsên Nehiştina Tewan ên Daquq û Polîsên Federal de devjenî çêbû û ji ber vê sedemê efserek hate kuştin.