Li Dersimê bi terora destgîrkirinê Hevserokên Bajêr ên HDP’ê Hidir Çîçek û Ozlem Toprak hatin destgîrkirin.

Li Dersimê îro polîsên Tirk bi ser gelak malan girtin, Hevserokên HDP’ê yên Dersimê Hidir Çîçek û Ozlem Toprak, rêveberên partiyê Yunus Aras, Cemîle Ataş, hevseroka berê Ozge Hoşoglu hatin destgîrkirin.

Her wiha bi ser mala endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Ferhat Yildiz da jî girtin, bi hinceta ku biryara destgîrkirinê li ser heye.

Kesên ku hatine destgîrkirin li Midûriyeta Emniyeta Bajêr têne girtin.