Endamê Konseya Rêveber a KODAR’ê Mazlûm Heften diyar kir ku ji ber fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan antî emperyalîst e, sîstema cîhanî ya sermayedar wî tecrîd dike û got, “Azadî, demokrasî û mirovahiya azad li Îmraliyê tê tecrîd kirin. Rêber Apo ku ji bo azadiya gel di zîndanê de ye, divê ciwan jî ji bo azadiya Rêberê xwe berê xwe bidin nava rêfên gerîla.”

Endamê Konseya Rêveber a KODAR’ê Mazlûm Heften sedema dîl girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê nirxand.

Mazlûm Heften diyar kir ku ji bo sedema tecrîda li Îmraliyê li ser Ocalan tê ferzkirin were zanîn divê, heqîqeta wî were zanîn û got, “Rêber APO mektebeke fikrî û felsefî ya gerdûniye. Mirov, civak, jin û gerdûnê ji nûve pênase dike. Şerên ku di dîrokê de di navbera Ehûra û Ehrîmen, Kawa û Dehak, Îbrahîm û Nemrûd, Musa û firewin, Îsa û Împeratoriya Rûm, Mihemed û Ebû Cehîl û Ebû Sûfyan de çêbûne, şerên di navbera du sîsteman, du fikir û felsefeyan de bû. Têkoşîna Rêber Apo ya li Îmraliyê jî bi heman şêweyî ye. Tecrît kirina Rêber Apo tecrîdkirina pakî, îdeolojiya azadiyê, demokrasî û dadperweriyê ye.”

Azadî, demokrasî û mirovahiya azad li Îmralî dîl girtiye
Heften dazanîn ku Ocalan tenê Rêberê PKK’ê nîne û wiha dirêjî bi axaftina xwe da, “Eger em bêjin Rêber Apo tenê Rêberê PKK’ê ye ev ê gotinek zêde di cih de nebe. Ji ber Rêber ne tenê ji bo Kurdan têdikoşe, jib o gelên Rojhilata Navîn, ji bo azadî, demokrasî û hemû mirovahiyê têdikoş e. Rêber Apo mirovan perwerde dike û dike xwedî îrade. Sîstema desthilatdar û sermayedar jî fikir û îdeolojiya Rêber Apo weke alternatîfeke li dijî xwe dibînin. Ji ber vê bi komployeke navnetewî dîl girtin. Niha ya li Îmraliyê dîl hatiye girtin û tecrîdkirin demokrasî û mirovahiya azad e. Sîstema li hember Rêber Apo şer dike, sîstema sermayedar a cîhanî ye. Ev sîstem Rêber Apo û yên fikrên wî dipejirînin jî jixwere xeter dibînin. Armanc tunekirina fikir û felsefeya Rêbertî ye. Lewma divê herkes vê tecrîdê û dîlgirtina Rêber Apo li hember xwe bibînin û li gorî wê têbikoşin.”

Tecrît ji aliye sîstema sermayedariya cîhane ve tê birêvebirin
Heften peywendiya di navbera tecrîda li ser Ocalan tê ferzkirin û şerê li herêmê û Kurdistanê pêktê jî wiha nirxand, “Mijarên Kurd û Kurdistan û her wiha Rojhilata Navîn ji bo Rêber APO mijarên girîng û hesas in. Şerê li herêmê çêdibe, Rêber Apo weke şerê cîhanî ya sêyemîn bi nav kir. Sîstema sermayedarî ya cîhanî dixwaze tevliheviya ku li herêmê heye ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne. Sîstem, Rêber APO û bi giştî jî partî û tevgerên ku fikrên Apoyî esas digirin, jixwere weke metirsî dibîne. Lewma dema destwerdan li herêmê hate kirin, di parelela vêya de zextên li dijî Rêbertî jî hatin zêdekirin. Hewildan ku bi rêya teqîn, komplo û şêwazên cûda êrîş li dijî Rêber Apo pêk bînin. Êrîşa di sala 1996’an de, komploya 1998-99’an yek plangerî bûn. Sîstema sermayedarî ya cîhanî ji bo bigihije armanca xwe, hinek êrîşên nû li dijî Rêbertî rêxistinkirin. Di vê çarçoveyê de jî ji sala 2011’an ve zext û êşkence li Îmraliyê hatin zêdetir kirin. Divê were zanîn ku tecrîd tenê ji aliyê dewleta Tirk ve na, ji aliyê sîstema cîhanî ve tê birêvebirin. Ji ber Rêbertî xwedî fikrên antî Emperyalîste ev tê kirin.”

Li dijî tecrîdê banga tevlîbûna gerîla
Mezlum Heften di dewama axaftina xwe jî bang li ciwanên Kurd kir ku li dijî tecrîdkirina Ocalan berê xwe bidin nava refên gerîla û axaftina xwe wiha bi dawî kir,”Xwedî li Rêber APO derketin, tenê kadroyên PKK’ê, Kurd û Kurdistaniyan jî eleqeder nake, hemû mirovahiyê eleqeder dike. Lewma heya tecrîd ranebe, çalakî ne rawestin. Rêber APO ji bo me şoreşek çêkir û ji bo parastinê jî gerîla avakir. Pêwîste keç û xort bêjin, gerîlayên APO’yî garantiya avakirina fikir û felsefeya Rêber Apo’ne. Di vê çarçoveyê de jî tevlîbûna gerîla jibo xwe erka sereke bibînin.”