DEM Partî li Colemêrg û Gevera hezaran leşker û polîs lê hatibûn veguhestin, şaredarî bi dest xistin. Pîrozbahiyên gel, heta nîvê şevê bi coş dom kirin.

DEM Partî bi rêjeya dengan a ji sedî 76.52’an li Geverê serkeftineke dîrokî bi dest xist.

Namzeta hevşaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê Viyan Tekçe, di pîrozbahiyan de anî ziman gelê Geverê hemû listikên qirêj yên AKP’ê vala derxistin.

Viyan Tekçe da zanîn ku ew ji serkeftina gel şanaz û serbilindin.

Namzetê din yê hevşaredariyê Mehmet Siddik Akiş jî got; “Dema em derbasî şaredariyê bûn, wekî ku me soz daye wê bi rê ve bibin. Em ê sozên xwe yek bi yek bi cih bînin. Em ê ji kesên pereyên gel dizîne, hesab bipirsin. Em ê bajar bi kesên deng dane û nedane re, bi hev re bi rê ve bibin.”