Kampanya ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê -CPT re name bişînin, ku ji hêla Tevgera Jinên Kurd ya Ewropa-TJK-E ve û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li Elmanya dewam dike.

Jin, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel, doh li ber postexaneya navendî ya bajarê Dûîsbûrgê kom bûn û bi sedan name ji CPT’ê re şiyandin.

Jinan, beriya nameyan bişînin daxuyaniyek dan û gotin; Em tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya gelê Kurd qebûl nakin û di her mercî de em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşinê bikin.

Pişî name hatin şiyandin, jinan diruşme berz kirin û dawî li çalekiya xwe anîn.