Di 10’ê cotmeha 2023’yan de li seranserî cîhanê li 74 navendan kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” hate destpêkirin.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî di çarçoveya kampanyayê de di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya doveger û demkî kirin.

Girtiyan di 4’ê Nîsanê de çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin û dest bi boykotkirina hevdîtinên rû bi rû, yên ser telefonê û derketina dadgehan kirin.

Di heman demê de malbatên girtiyan jî bi heman daxwazan dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Doh 6’ê gulanê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin.

Xizmên girtiyan biryar dan ku her rojên duşemê li pêşiya 6 girtîgehan daxuyaniyê bidin.

Di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de ku rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî piştgiriyê didin, duh li pêşiya Girtîgeha Amedê daxuyanî hat dayîn.

Dayikên tev li çalakiyê bûn, girîngiya çalakiyê vegotin.

Ji xizmên girtiyan Afîfe Kartal da zanîn ku dê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê bi vê qonaxê bidomînin û wiha got:

“Em ê çalakiya xwe biisrar bidomînin. Heta ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan hebe, dê tecrîda li ser me jî bidome. Em ê dev ji vê dozê bernedin. Zarokên me yên girtî di tecrîdê de ne. Bi meha ye min agahî ji zarokê xwe negirtiye. Nizanim ka baş e yan nebaş. Em ê doza wan biparêzin. Em ê her hefteyê li pêşiya girtîgehê bin.”

Ji dayikan Reşahat Ada jî bi bîr xist ku zarokên wan ji bo Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne û wiha domand:

“Em jî dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe. Heke ew azad bibe em jî dê azad bibin, dê gel azad bibin. Heta ku çalakiya me encamê bi xwe re tîne dê bidome. Em ê her bibêjin ‘Bijî berxwedana zindanan'”

Ji dayikan Meryem Soylu jî got ku heta Abdullah Ocalan azad nebe tu kes azad nabe û ev tişt anî ziman:

“Divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Em êdî ne rakirina tecrîdê, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin. Heke ew azad bibe dê edalet bê vî welatî, dê azadî bê û gelên kurd û tirk bi hev re û wekhev bijîn. Lewma em daxwaza aştiyê dikin. Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin. Ji bilî vê tu daxwazên me nînin.”

Nazîme Boltan jî got:

“Em êdî li pêşiya girtîgehan di çalakiyê de ne” û ev tişt anî ziman: “Hewl didin çalakiyên me asteng bikin. Lê heta em encamekî bi dest dixin dê çalakiya me bidome. Em ê xwedî li daxwazên zarokên xwe derkevin.”