Komeleya Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Akdenîzê (AYKAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER), Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê bi boneya 75 saliya Rêber Abdullah Ocalan, li navçeya Karaîsali ya Edeneyê şitlên daran danîn.

Gelek kesên ku bi xwe re şitlên darên zeytûnan anîbûn, li axê danîn.

Rêveberê AYKAY-DER’ê Murat Turgay anî ziman ku ew ji ber 4’ê nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan e şitil danîne.

Turgay diyar kir ku divê demildest azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan were pêkanîn.