Hevşaredara Amedê Serra Bûcak ji ANFÊ re axivî û got;

Em ê dawî li xisara qeyûman bînin û bi her awayî bi gelê xwe re bixebitin.

Em ê li bajarê xwe dest bi pêvajoyeke nû ya avakirinê bikin.”

Gelê Kurd îradeyeke mezin nîşan da û di hilbijartinê de siyaseta faşîzan ya qeyum mahkum kir.

Xwedîderketina xelkê Wanê mînaka vê ye.

Eger ne ji îrade û gelê Kurd bûya, ev serketina hilbijartinê jî nedibû.

Li gelek deverên Amedê rêjeya dengê me gelekî bilind bû û me bi rêjeyek dîrokî qezenç kir.

Em gelê Kurd yê berxwedêr pîroz dikin.

Serra Bûcak anî ziman ku di 8 salan de qeyûm talan û wêranî kir.

Pirsgirêkeke ciddî ya binesaziya bajêr heye.

Li 17 navçeyên me hin gund hene ku bêav hatine hiştin.

Em ê pirsgirêkên avê çareser bikin.

Qeyûman têkildarî nasname, ziman û çandê de xisarên giran kirin, em ê van xisran ji holê rakin.

Em ê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ava bikin û li dijî tundiya li jinê têkoşinê bikin.

Em ê Amedê weke cihekî ku jin xwedî mafê gotinê, kar û siyasetê ye, bajarekî ku polîtîkaya jinê lê heye, jinûve ava bikin.”

Serra Bûcak destnîşan kir ku daxwazeke ciddî ya ciwanan heye ku derfetên kar bêne afirandin.

Ev bajar bajarekî xizan e. Xizanî roj bi roj giran dibe.

Em ê projeyan biafirînin ku derfetên kar bidin ciwanên xwe.

Ciwan wê li vî bajarî bibin xwedî mafê gotinê.

Ji bo ciwanan em ê kûrsên pîşeyî ava bikin.”

Em dixwazin bajarên azad yên demokratîk ava bikin.

Ev rewş jî tenê bi nêrîna jinê, bi temsîliyeta wekhev ya jin û mêr dibe.

divê em sîstema hevserokatiyê li her qadê belav bikin.”