Bi beşdariya deh hezaran kesî serketina DEM Partiyê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin.
Hevşdaredara Êlihê ya DEM Partiyê Gulistan Sonuk axaftinek kir û got: “Li dijî zîhniyeta DAÎŞ’ê felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî bi ser ket.”
Sonuk diyar kir ku dîroka gelê Êlihê bi berxwedanê tijî ye û got: “Gel îro careke din dîrok nivîsand. li dijî zîhniyeta DAÎŞ’ê felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi ser ket û ji bo berxwedana gelê bajêr spas û rêzdariya xwe pêşkeş dikim.
Pîrozbahî bi tilîlî û dirûşmeyan dewam kir, konvoya dirêj li navenda bajêr geriya. Pîrozbahî heta derengiya şevê dewam kir.