Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) ji ber şehadeta Diyar Xerîb diyar kir ku ew ê tola wî li erdê nehêlin û bang li gelê Kurdistanê kir ku li hemberî nokertiyê dakevin qadan.

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) ji ber şehadeta Diyar Xerîb diyar kir ku ew ê tola wî li erdê nehêlin û bang li gelê Kurdistanê kir ku li hemberî nokertiyê dakevin qadan.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di dîroka mirovayetiyê de her dem kesayetên qehreman derdikevin û pêşengiyê ji civakên xwe re dikin. Dema ku ew civak bindest be û her tim li ser wê qirkirin hebe, ev rastî di civaka Kurd de tê dîtin. Xewn û xeyalên hemû zarokên Kurd jî ev e ku ew wekî zarokên cîhanê bijîn. Lê îroj zarokên Kurd çavê xwe li şer vedikin. Heval Diyar Xerîb jî zarokekî Kurd bû ku çavê xwe di nav şer de vekir. Xewn û xeyala heval Diyar Xerîb ev bû ku bibe şoreşgerekî ji bo avakirina welatekî azad. Heval Diyar ji Başûrê Kurdistanê ye. Li Başûrê Kurdistanê Leyla, Aram û Mam Rîşan li hemberî dagirkeriyê serî hildan. Lê rastiya nokertiyê û hevkartiyê bû sedem ku kesayetên wekî Aram û Mam Rîşan ji holê rakin. Heger îro ew şoreşger hebûna wê Başûrê Kurdistanê ne di asta dagirkeriyê de bûya. Rêya wan avakirina yekîtiya neteweyî bû.

Heval Diyar Xerîb jî bihust bi bihust axa welatê xwe nas dikir û bi eşq û evîneke mezin dersa dîroka Kurdistanê dida. Heval Diyar Xerîb bi vê heqîqetê meşa xwe ya azadiyê ya di nav Tevgera Azadiyê de didomand û li hemberî dagirkeriya Başûrê Kurdistanê bû. Ji ber vê jî heval Diyar bû hedefa noker û hevkarên dagirkeran. Wekî Aram û Mam Rîşan heval Diyar Xerîb jî bi komployeke bêbext şehîd xistin. Heval Diyar 25 salan ji bo yekîtiya neteweyî xebitî. Bi şehadeta heval Diyar Xerîb soza me ev e ku em ê dagirkeriyê ji axa Kurdistanê derxînin. Divê noker jî dev ji sîxurî û nokertiyê berdin. Divê were zanîn ku wê xwîna hevalên me li erdê nemîne û zarokên ku li çar parçeyên Kurdistanê êdî wê bi navê Helmet (Diyar Xerîb) werin mezinkirin. Ew zarok wê li hemberî firotina Kurdistanê helwesta xwe diyar bikin û ew ê bi avakirina yekîtiya neteweyî tola hevla Helmet (Diyar Xerîb) hilînin.

Em KJK soz didin ku wê tola hevalê me Diyar Xerîb, heval Şahîn û heval Dewran li erdê nemîne. Li ser vê bingehê em bang li hemû gelê Kurd û bi taybet ên li Başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo tolhildanê rabin ser pêyan.”