Bi sedan ciwanên navçey Eyn Îsa, mamosteyên navçeyê û gundewarên wê, ciwanên Kampa Eyn Îsa, endam û rêveberên komîteyan û bi dehan şêniyên navçeyê û gundewarên wê bi dirûşmeya”Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker  serî hildin” û bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşek lidar xistin.

Meş ji ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya navçeya Îsayê dest pê kir.

Di meşê de ala YPJ/YPG/QSD, hêzên Ewlehiya Hundirîn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Êrîşên li ser Bakurê Sûriyê îrade û hêza me zêdettir dike, li dijî dagirkeriyê serî hildin û ji bo azadiya Rêber Ocalan serî hildan” hatin hildan.

Di meşê de bi navê Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Emanî El-Rasî û bi navê malbatên şehîdan Sûzan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku divî li dijî dagirkeriyê serî hildin û teqez kirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu carî serî ji êrîşên dewleta tirk a dagirker re natewînin û dê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Her wiha banga rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û serbest berdana wî hate kirin.

Meş li çerxerêya ciwanan di nava dirûşmeyên berdewamkirina berxwedanê bidawî bû.