Li gorî bîlançoya dawî ya ji aliyê polîsên neteweyî ve hate parvekirin, ji ber tayfûna Rai ya ku bandor li herêmên navendî û başûr ên welêt kir, herî kêm 208 kesan jiyana xwe ji dest dan, 239 kes birîndar bûn, 52 kes jî hîn winda ne.

Serokkomar Rodrigo Duterde soz da ku li dijî felaketê wê paketeke alîkariyê ya ji 35 milyon Euroyî pêşkêş bike.

Xaça Sor ragihand ku li herêmên peravî yên Fîlîpînê wêraniyeke mezin rû daye.

Karê lêgerîn û rizgarkirinê ji aliyê zêdeyî 18 hezar leşker, polîs, endamên ewlekariya peravî û arkujiyê têne meşandin.

Tayfûnê qadeke berfireh hilweşand. Li gelek herêma têkilî hate birîn, gelek dar ji kokê ve rabûn, xaniyên ji textan hilweşiyan û gund li ber avê ketin.

Tayfûn piştî Fîlîpînê berê xwe da Derya Çînê ya Başûr.