Çalakvanê mafên mirovan Hadî Nayif Musên Elzibeydî destnîşan kir ku divê li tevahiya Iraqê di navbera pêkhateyan de diyalog çêbibe.

Kongreya ‘Ber bi diyaloga serketî ya Erebî-Kurdî’ li ser bingeha bi hevre jiyana gelan û civaka demokratîk hefteyek beriya niha li Bexdayê hatibû lidarxistin.

‘PÊWÎSTE DIYALOGÊN WIHA JI BO TEVAHIYA IRAQÊ BIN’

Çalakvanê mafên mirovan ê di çarçoveya nêzkirina bawerî û pêkhateyan a bi hev re Hadî Nayif Musên Elzibeydî yek ji wan çalakvan û rewşenbîran ne ku tevlî kongreyê bûbû. Elzibeydî têkildarê girîngiya diyaloga aştiyê ya navbera pêkhateyên Iraqê ji ANF’ê re axivî. Elzibeydî got, “Em sipasiya aliyê amadekar ê vê kongreyê dikin ku kongreyek diyalogê ji bo aştiya navbera neteweyan amade kirine. Her tim pêwîstiya me bi diyalogên bi vî rengî heye. Pêwîste diyalogên wiha ji bo tevahiya pêkhateyên Iraqê bin. Ji bakur heya bi başûrê welêt pêwîste di navbera hemû gelan û li tevahî sîstema perwerde ya zarokan bê bicihkirin da ku zêdetir aştiyê di navbera hemû pêkhateyên Iraqê ku ji bo me cihê serfiraziyê ye pêş bixe.”

‘HIN ALIYÊN BIYANÎ HENE KU HEWL DIDIN JIYANA BI HEV RE YA GELAN TÊK BIBIN’

Elzibeydî işaret bi hewldanên têkbirina jiyana bi hev re ya pêkhateyên Iraqê kir û got, “Li Iraqê henaseyeke mezhebî heye û hin aliyên biyanî jî hene ku hewl didin jiyan û pêwendiya navbera Kurd û Ereban têk bibin. Pêwîstiya me bi aştiya navbera pêkhateyan a li ser bingeha rêzgirtina li hemberî hevdu heye. Rêya çareseriyê jî ji bo pêkanîna aştiyê ev e ku bi rêya sîstema xwendinê li qonaxên seretayî yên pergala perwerdeyê were pêkanîn. Wê çaxê cihê hemû pêkhateyan li Iraqê çêdibe.”

‘DESTPÊKÊ PÊWÎSTE EM XWE RAST BIKIN’

Çalakvan Elzibeydî her wiha bal kişande ser revandina keçên Êzidî û wiha pêde çû: “Di vê kongreyê de zilma li ser jinên li bajarê Reqa yê Sûriyeyê hatî kirin, hate behskirin, lê pêwîste em ji bîr nekin ku heya niha 2900 jinên Êzidî hatine revandin û çarenûsa wan ne diyar e. Pêwîste ev pirsgirêke were çareserkirin. Ji ber vê jî destpêkê pêwîste em xwe rast bikin û piştre bera xwe bidin çareserkirina pirsgirêkên welatên din.”

‘EM BI HEMÛ PÊKHATEYAN VE DIBIN DESTEGUL’

Çalakvan Hadî Nayif Muhsin Elzibeydî di dawiya axaftina xwe de ev peyame da, “Silavekî germ ji hemû pêkhateyên Iraqê re dişînim, hemû pêkhateyên Iraqê Kurd, Ereb, Tirkmen, Xiristiyen, Êzidî û Saibî cihê serfiraziyê ne û em bi hemû pêkhateyan ve dibin destegul.”