Bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo 9’ê Sibatê Însiyatîfa Gel ya Bakur û Rojhilatê Surî kampanya îmza da destpêkirin.

Komkirina Îmzayan li gelek navendan bi coşêk mezin didome.

Komîteyan li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê dest bi xebata xwe kir.

Komîteyan li 24 komînên navenda navçeyê û 4 bajarokan îmze kom kirin.

Di hemleyê de komîteyan serdana malan kir, hemle û armancên wê ji şêniyan re şîrove kirin.

Li hember wê şênî bi coşeke mezin tevlî hemleyê bûn û îsrara xwe ya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo anî ziman.

Hejayî gotineye ku îmzeyen ku werin komkirin we ji Konseya Yekitiya Ewropayê re bên şandin.