Gelê Dîgor xwe amade dike ku dagirkeriya qeyûman bi dawî bike û ji nû ve şaredariya xwe bi xwe bi rê ve bibe.

Namzetên HDP’ê yên ji bo Hevşaredariya Navçeya Dîgorê ya Qersê Mûstafa Ozyagci û Guljîn Kaya diyar kirin, piştî 31’ê Adarê wê şaredarî ji aliyê gelê Dîgorê ve were birêvebirin.

Dîgor sala 1953’an bû navçe û ji aliyê dewletê ve timî weke cihê sirgûnê hate dîtin. Heta sala 2009’an ji aliyê dewletê ve timî hate tecrîdkirin. 14’ê Tebaxa 1993’an ji bo şermezarkirina zexta cerdevanbûnê û pîrozkirina damezrandina PKK’ê, ji zêdeyî 20 gundan bi hezaran kes li gundê Nexşanê li hev civiyan û ber bi navçeya Dîgorê ve dest bi meşê kirin. Hêzên çekdar ên dewleta Tirk li cihekî ku bi 2 kîlometreyan dûrî Dîgorê bû pêşî li jin, zarok, extiyar, ciwan; pêşî li girseya gel girtin û gule li wan reşandin. Di komkujiyê de 17 kes şehîd bûn ku 5 ji wan zarok bûn, bi sedan kes jî birîndar bûn.

Dîgorê bi berxwedan û êşên xwe mohra xwe li dîroka Kurdan xist. Çarenûsa Dîgorê sala 2009’an bi Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) û sala 2014’an jî bi Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) guherî ku di hilbijartinên xwecihî de bi ser ketin. Navçeyê di demên BDP û DBP’ê de yekemcar xizmet dît. Binesaziya navçeyê hate amadekirin û ava paqij gihîşt navçeyê. Xizmetên ku ji aliyê BDP û DBP’ê ve hatin kirin, kir ku navçe bixemile.

Lê belê rejîma AKP’ê bi rêya qeyûm dest danî ser Şaredariya Dîgorê. Tê payin ku di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de HDP li Dîgorê bi ser bikeve. Gelê Dîgorê xwedî li namzetên HDP’ê yên ji bo hevşaredariyê Mûstafa Ozyagci û Guljîn Kaya derdikeve.

KARÊ BI GEL RE

Guljîn Kaya diyar kir ku li Dîgorê ew bi îdîa ne û destnîşan kir, karê bi gel re wê ji bo wan mijara sereke be. Kaya anî ziman, wê kooperatîfên jinan vekin, ji bo jinên ji gundan tên kafeya jinan û kreşên bêpere vekin û got, “Armanca destpêkê ya şaredariya me pêkanîna demokrasiya xwecihî ye. Em ê projeyên xwe bi gel re amade bikin û li ser bingeha pêwîstiyên gel projeyan bicih bînin.”

PIŞTGIRIYA MEZIN A GEL

Namzet Mûstafa Ozyagci jî da xuyakirin ku karên wan ên hilbijartinên li Dîgorê baş derbas dibin û gelê navçeyê piştgiriyeke xurt dide wan. Ozyagci got, “Şaredariya ku niha ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin naxebite. Bi mehan e kolan nehatine paqijkirin, rê xera bûne. Nediyar e ku şaredarî ji aliyê kê ve tê birêvebirin. Binesazî û xerabûna rêyên navçeyê ji pirsgirêkên sereke yên herêmê ye. Gel aciz e ku li qada xwecihî xizmet ji wan re nayê kirin. Daxwaza gel şaredariyeke demokratîk, azadîparêz, parvekirina wekhev e. Dixwaze ku xizmet bi rengekî wekhev ji her kesî re bê kirin.”