Partiya wekhevî û demokrasiyê ya Gelan Dem Partî, li Wanê 14 şaredarî bi dest xist.
DEM Partiyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û 3 jê yên navendê tevahiya 13 şaredariyan bi dest xist.
2016’an dewleta Tirk pêşî şaredariya Bajarê Mezin û navçeyên wê dagirkir.
Heta hilbijartina rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an, di nava sê salan de li Wanê sê walî hatin guherandin.
Di hilbijartinên 31’ê adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi ser ket.
Lê belê çar meh piştre di 19’ê tebaxa 2019’an de cara duyemîn qeyûm hate tayînkirin, hevşaredar ji erkê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin.
Di hilbijartinên xwecihî ya 31’ê Adara 2024’an de DEM Partiyê hem Şaredariya Bajarê Mezin hem jî yên 13 navçeyên wê bi dest xist û bi ferqekî mezin bi ser ket.
13 navçeyên DEM Partiyê li Wanê bi dest xistî ev in:
* Miks
* Elbak
* Ebex
* Şax
* Artemêtan
* Erdîş
* Westan
* Payîzava
* Rêya Armûşê
* Begirî
* Qelqelî
* Seray
* Tûşba