Şakîr Tûran 70 salî bû û bi behaneya “alîkarî daye rêxistinê”, hate desgîrkirin û dadgeha Tirk jî ew bi 6 salan ceza kir.

Girtiyê bi nexweşiya Pençêşêrê, giran Şakîr Tûran, li Girtîgeha Erzinganê Tîpe L dihate girtin û piştî rewşa wî giran bû rakirin Nexweşxaneya Erzînganê. Zêdetirî hefteyeke bû li nexweşxanê dihat tedawîkirin, lê malbata wî agahdar nekiribûn.

Kurê Tûran, Abdurrahman Tûran diyar kir ku girtiyan ew agahdar kirin û got; Ez di 25’ê Tebaxê de çûme Erzînganê lê destûr nedan ku ew bavê xwe bibînim. Bi saya hewldanên parêzeran, min di 28’ê Tebaxê de bavê xwe dît. Ji 75 kîloyan daketibû 40 kîloyi. Nedikarî bimeşe, bi zor û zehmet diaxivî. Nedikariya pêdiviyên xwe pêk bîne. Daxwaza me ya refekatçîtiyê jî qebûl nekirin.

Tûran, anî ziman ku bavê wî serê sibehî, saet di 07.30’î de jiyana xwe ji dest da û got; Di hevdîtina dawî de min û bavê xwe ji hev xatir xwest. Li jêrzemîna nexweşxanê di odeyeke de dihat girtin. Cihê lê dihat girtin pir xerab bû. 6-7 leşker li ser serê me bûn. Piyên wî mîna cemedê bûn. Min xwest goreya wî bikim piyê wî, lê destûr nedan. Bavê min ji min re got; ‘Baş li xwe mêze bikin. Bibin yek. Ez serbilind im û min yek gav paş de neavêt.'”

Cenazeyê Tûran rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Erzînganê û cenaze wê li navçeya Mêrdîn Stewrê werê veşartin.