Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, li ser gotinên Wezareta Dadê ku tecrîd nîne axivî û got; Bila însafa wan hebe, 38 meh in haya me ji Serok Ocalan tune ye. Ez birayî wî me nikarim biçim cem. Divê dewlet û Wezareta Dadê rastiyê bêjin.

Mehmet Ocalan pirsa “eger ev ne tecrîd be, çi ye?” ki û got; Madem dibêjin ‘Ne tecrîd e’ nexwe bila navekî bibînin. Serok, berê di Girtîgeha Îmraliyê de bû, lê niha li ku ye em nizanin. Li wir çi diqewime em nizanin. Bila wezaret bersivekê bide. Mafên hemû girtiyan heye. Em jî dixwazin sûdê ji van mafan bigirin. Gelo ev ne cihêkarî ye? Mafekî kue hey çima nadin? Bi salan e em tu agahiyê ji Serok Ocalan nagirin. Eger ev ne tecrîd be, çi ye?”

Mehmet Ocalan ku got; “Mafê me ye em bi rastiyê zanibin. Divê wezaret rastiyê bibêje” Heya ev neyê kirin wê kes ji heq, hiqûq û edaletê bawer neke. Serok Ocalan, ne kesekî ji rêzê ye. Kurd, wî wekî Rêberê xwe. îradeya xwe esas digirin. Rêveberên Komara Tirkiyê qebûl dikin, yan jî nakin, ev meseleya wan e, lê Kurdan bi salan e wiha qebûl kiriye.”

Mehmet Ocalan bal kişand ser çalakiyên bi daxwaza “Azadî ji Abdullah Ocalan û çareserî ji pirsgirêka kurd re” û got: Divê her kes berteka xwe ya demokratîk di asta herî jor de nîşan bide. Ger em nikaribin vê bikin, em ê dereng bimînin. Kesên dibêjin em demokrat û rewşenbîr in, divê berteka xwe nîşan bidin.