Piştî ku leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan bikevin gundê Mielekê, şervanên QSD’ê bersiv dan û şer qewimî. Dagirkeran bi çekên giran êrişî rêya bejahî ya M4, gundê Mielekê û kampa Eyn Îsayê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe hewl da bikeve nava gundê Mielekê yê Eyn Îsayê. Şervanên QSD’ê bersiv dan vê hewldana êrişê û di encamê de şer derket. Di vî şerî de wesayiteke doçka li ser bû ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hate îmhakirin.

Dagirkeran bi çekên giran bombardûmaneke giran li rêya M4, gundê Mielekê û kampa Eyn Îsayê kirin.